Anasayfa / Pdf / Kitêba Salê PDF Kitap

Kitêba Salê PDF Kitap

Kitêba Salê  PDF Kitap İndir
Axêferê komîteya xelatê ev serpêhatî û xwendina wê qedand. Piştî bihîstina evê bûyerê hîsên tevlihev li min rabûn… gelekî tevlihev. Ez di cihê xwe de sar û germ bûm û xemgîn ketim… zêde xemgîn bûm û salona şeva xelatê jî bêdeng. Deng ji kesekî derneket, li çepikan jî nexistin. Axêferê komîteyê li jêra maseya pêş xwe xwar bû, qevdek gul bilind kir û got: – Gelî mêvanên ezîz!.. We guhdariya evê serpêhatiya Merwanê Îsê kir: wî ji nivîskar û kitêbên wan hez kiriye. Û bi vê tevgera wî, me jî ji Merwanê Îsê hez kir, me ji evê pêşniyara wî hez kir û me li hev kir ku ji îsal û pê ve, em hersal bi navê Xelata meta min xelatekê bidin kitêbekê. Û di dayîna xelatê de jî, em ê hersal evê serpêhatiyê weke bîranîna vê xelatê bixwînin. Loma me xwend.

Hakkında admin

Buna göz atın!

2022 KPSS Genel Yetenek Lise Ön Lisans Türkçe Tamamı Çözümlü Çıkmış Sorular PDF Kitap

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir